Прескочи на основното съдържание
Ако продължите да използвате този уеб сайт, вие се съгласявате с нашите политики:
x
Изисквания за завършване


1. Bikaranîn

1.10. nirxandin, helsengandin


🎓 Spartek

Tezekê hilbijêre û nerîna di nivîsê de ji bo wê hatiye pêşkêşkirin helsengîne. Ji bo wê tu dikarî gotinên ji Rahênan 1.10 di "Naskirina Erkdêneran" de bikar bîne.

Tez 1
Mijar: Demokrasî
Tez: "Azadiya ramanê di demokrasiyekê de bêsînor e."
Nerîn: li dijî wê

Hinek mirov dibêjin ku di demokrasiyê de azadiya ramanê bêsînor e. ez dibînim ku mafê azadiya ramanê bingeheke giring e ji bo civakeke azad. Dîsa jî sînorê vê mafî heye, her mirov tenê dikare ramanê xwe bîne ziman heger ku zirarê nede mafên kesên din. Naxwe azadiya kesane li wê derê bi dawî dibe ku bibe sedema cudaxwaziya li ser kesên din. Ev pîvan pêwîst e da ku mirov bikaribin bi awayekî birûmet û bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê, azadiya ramanê bi berpirsiyariyê ve girêdayî ye û divê her dem bi xwedîderketina li mafên kesên din re were bikaranîn.

Tez 2
Mijar: Jîngeh
Tez: "Dermanên kêzikan rêbaza herî baş e li dijî kêzikên ziyanbexş."
Nerîn: li dijî wê

Dermanên kêzikan pir caran wekî rêbaza herî baş a li dijî kêzikên ziyanbexş tên nîşandan. Bi nêrîna min, bikaranîna dermanên kêzikan di çandina mêweyan de rêbazeke ne baş e li dijî kêzikên ziyanbexş. Di vê mijarê de, bikaranîna rêbazên biyolojîk ên li dijî kêzikên ziyanbexş alternatîva çêtir e. Ev rêbaz zêdetir hevalê jîngehê ye û zirarê nadin tendurustiya mirov û xwezayê. Her çendî bi vê rêyê berhem kêm dibe û pê re nirxên mêweyan bilind dibe. Lê ji hertiştî girîngtir ew e ku cûrbicûriya biyolojîk were parastin û ji bo demeke dirêj çandineke domdar were dabîn kirin.

Tez 3
Mijar: Medya (Bikaranîna telefonên destan li dibistanan)
Tez: "Bikaranîna telefonên destan li dibistanê divê were sînordarkirin."
Nerîn: ligel wê

Hinek mamoste daxwaz dikin ku bikaranîna telefonên destan li dibistanê were sînordarkirin, ji ber ku ew baldariya xwendekaran xira dikin û bandoreke xirab li ser dersê dikin. Herwiha ez di wê baweriyê de me ku metirsiya belavbûna bala xwendekaran li ser naverokên dersê heye û dibe ku ew bi rêya torên civakî û lîstikan bala wan belav bibe. Ji bilî wê telefonên destan dikarin bibin sedemên nakokiyên weke zordariya li ser înternetê. Sînordarkirina bikaranîna telefonên destan dikare di vê mijarê de bibe alîkar.

Tez 4
Mijar: Tenduristî
Tez: "Tenduristî şerta yekeme ji bo bi şêweyekî çalak û bextewar jiyana rojane were pêkanîn"
Nerîn: ligel wê

Em pir caran dibihîzin ku tendurustî şerta yekem e da ku mirov bikaribe jiyana xwe ya rojanê bi çalakî û bextewarî derbas bike. Ez bi wê yekê re me. Ji bo ku mirov tenurist bimîne, xwarina sererast û tevgera laşî ya birêkûpêk roleke girîng dilîze. Lêbelê, mirov pir caran qedrê tendurustiyê tenê di dema nexweşiyan de dizane. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku mirov ji temenekî biçûk de gavan ji bo parastina laşê xwe bavêje û guh bide jiyaneke bi mayînde, daku rê li ber nexweşiyan bigire û ji bo demeke dirêj tendurist bimîne.

Tez 5
Mijar: Dibistan
Tez: "Destpêkirina dersê di demjimêr 9'an de li şûna 8'an, dê xwendekaran jêhatîtir bike."
Nerîn: ligel wê

Li hinek dibistanan projeyên model hene ku tê de ders li şûna demjimêr 8'an di 9'an de dest pê dike. Tê texmînkirin ku bi vê yekê xwendekar jêhatîtir dibin. Ez bawer dikim ku destpêkirina dersê di demjimêr 9'an de li şûna demjimêr 8'an, xwendekaran bi rastî jî jêhatîtir dike. Xwendekar dê serê sibê bêtir dema wan hebe ji bo têr xew bikin, ev yek ewê bihêle baldariya wan xurttir be. Bi taybetî ciwan hewceyî xeweke zêdetir in da ku tendurist û jêhatî bimînin. Ji bilî wê, destpêkirina dereng dê stresa serê sibê kêm bike, ji ber ku xwendekar û dêûbavên wan êdî di tengasiya demê de namînin.