Rahênan: Bikaranîna Erkdêneran
| Website: | Herzlich willkommen auf der Seite der QUA-LiS NRW |
| Kurs: | [Q26-03] Operatoren-Kurdisch (Kurmanji) |
| Buch: | Rahênan: Bikaranîna Erkdêneran |
| Gedruckt von: | Gast |
| Datum: | Samstag, 17. Oktober 2026 |
Beschreibung
1. Bikaranîn
Têbînî
Piştî ku te di beşa "Naskirina Erkdêneran" rastî rahênanên kontrolkirina xwe bi xwe hatî, divê tu di vî beşî de nivîsan binivîsînî, di rêya wan re tu nîşan bidî ku tu dikarî erkdêneran sererast pêk bînî. Van nivîsan di deftera xwe de binivîsîne.
Mamosteya/ê te dê bi pola te re danûstendinê bike, ka çawa nirxandinên wan li ser nivîsan dê werin wergirtin.
Ber çav bigire ku di ezmûnên ziman de gelek spartekên biçûk hene ku dîsa divê tu di nivîseke hevgirtî de pêşkêş bikî. Herwiha ji bo her spartekeke biçûk erkdênerek heye.
1.1. binavkirin
Spartek
Pîşeyan ji bo hemû tîpên destpêkê bibîne.
Mamosteya/ê te dikare ji te re rûpela xebatê çap bike, lêbelê tu dikarî wê daxî û bersivên xwe yekser di rûpela xebatê de binivîsînî.
Girêdank
Rûpela xebatê: binavkirin (144 KB)
Wêneyê Mînak

1.2. ravekirin
Spartek
Pîşeyekê ji vanên jêrîn rave bike:
- Mamoste
- Polîs
- Bijîşk
- Perstar
... yan jî tu pîşeyeke din hilbijêre.
Pirsên jêrîn dikarin alîkar bin:
- Erkên xwediyê pîşeyê çiye?
- Bi kîjan kesan re dikeve têkiliyê?
- Li ku derê dixebite?
- Ev pîşe kîjan astengiyan hildigire?
- Ji bo vê pîşeyê şert û merc çi ne?
- Çi bi taybetî di vê pîşeyê de xweş e?
1.3. pêşkêşkirin
Spartek

Pêşkêş bike, çawa serdaneke asayî li cem bijîşk bi rê ve diçe.
Bi beşên cuda yên nivîsa xwe bifikire:
- Tomarkirin
- Kontrola bijîşkî
- Destnîşankirina nexweşiyê û dermankirin
1.4. danberhev
Spartek
Perstar yan bijîşka ajalan?

Dapîra Aylîn dibêje ku wê weke perstar li nexweşxaneyekê kar kiriye. Aylîn dixwaze bibe bijîşka ajalan.
Pîşeya perstariyê û ya bijîşkiya ajalanbide ber hev. Çi cudahî û wekhevî hene?
Girêdank
Rûpela xebatê: pîşeyan bide ber hev (177 KB)
Wêneyê Mînak

1.6. bi sedem diyarkirin

Spartek
Tu dikarî bi sedem diyar bikî, çima çop li Almanyayê ji hev tê cudakirin?
li ser rûpela xebatê bixebite û hewl bide vegotinên cuda bikar bîne.
🔗 Girêdank
Rûpela xebatê "bi sedem diyarkirin" (153 KB)
Wêneyên Mînak

1.7. bi awayekî (rexneyî) helwest nîşandan
Spartek
Helwestekê li ser vê daxuyaniyê nîşan bide:
"Ez naxwazim ji bo parastina enerjiyê xwe sînordar bikim, dema ku gelek kesên din balê nadin xerckirina xwe ya enerjiyê."
1.8. xwe bi … ve mijûlkirin
Spartek
Li ser rûpela xebatê ya bikaranîna dermanên kêzikan di çandina mêweyan de bixebite.
Girêdank
Rûpela xebatê: "xwe bi … ve mijûlkirin" (PDF, 161KB)
Wêneyê Mînak

1.9. danûstendinkirin/bi hûrgulî danûstendinkirin
Spartek
Li ser rûpela xebatê ya bikaranîna dermanên kêzikan di çandina mêweyan de bixebite.
Girêdank
Rûpela xebatê: "danûstendinkirin" (PDF, 166 KB)
Wêneyê Mînak

1.10. nirxandin, helsengandin
Spartek
Tezekê hilbijêre û nerîna di nivîsê de ji bo wê hatiye pêşkêşkirin helsengîne. Ji bo wê tu dikarî gotinên ji Rahênan 1.10 di "Naskirina Erkdêneran" de bikar bîne.
Tez 1
Mijar:
Demokrasî
Tez:
"Azadiya ramanê di demokrasiyekê de bêsînor e."
Nerîn:
li dijî wê
Hinek mirov dibêjin ku di demokrasiyê de azadiya ramanê bêsînor e. ez dibînim ku mafê azadiya ramanê bingeheke giring e ji bo civakeke azad. Dîsa jî sînorê vê mafî heye, her mirov tenê dikare ramanê xwe bîne ziman heger ku zirarê nede mafên kesên din. Naxwe azadiya kesane li wê derê bi dawî dibe ku bibe sedema cudaxwaziya li ser kesên din. Ev pîvan pêwîst e da ku mirov bikaribin bi awayekî birûmet û bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê, azadiya ramanê bi berpirsiyariyê ve girêdayî ye û divê her dem bi xwedîderketina li mafên kesên din re were bikaranîn.
Tez 2
Mijar:
Jîngeh
Tez:
"Dermanên kêzikan rêbaza herî baş e li dijî kêzikên ziyanbexş."
Nerîn:
li dijî wê
Dermanên kêzikan pir caran wekî rêbaza herî baş a li dijî kêzikên ziyanbexş tên nîşandan. Bi nêrîna min, bikaranîna dermanên kêzikan di çandina mêweyan de rêbazeke ne baş e li dijî kêzikên ziyanbexş. Di vê mijarê de, bikaranîna rêbazên biyolojîk ên li dijî kêzikên ziyanbexş alternatîva çêtir e. Ev rêbaz zêdetir hevalê jîngehê ye û zirarê nadin tendurustiya mirov û xwezayê. Her çendî bi vê rêyê berhem kêm dibe û pê re nirxên mêweyan bilind dibe. Lê ji hertiştî girîngtir ew e ku cûrbicûriya biyolojîk were parastin û ji bo demeke dirêj çandineke domdar were dabîn kirin.
Tez 3
Mijar:
Medya (Bikaranîna telefonên destan li dibistanan)
Tez:
"Bikaranîna telefonên destan li dibistanê divê were sînordarkirin."
Nerîn:
ligel wê
Hinek mamoste daxwaz dikin ku bikaranîna telefonên destan li dibistanê were sînordarkirin, ji ber ku ew baldariya xwendekaran xira dikin û bandoreke xirab li ser dersê dikin. Herwiha ez di wê baweriyê de me ku metirsiya belavbûna bala xwendekaran li ser naverokên dersê heye û dibe ku ew bi rêya torên civakî û lîstikan bala wan belav bibe. Ji bilî wê telefonên destan dikarin bibin sedemên nakokiyên weke zordariya li ser înternetê. Sînordarkirina bikaranîna telefonên destan dikare di vê mijarê de bibe alîkar.
Tez 4
Mijar:
Tenduristî
Tez:
"Tenduristî şerta yekeme ji bo bi şêweyekî çalak û bextewar jiyana rojane were pêkanîn"
Nerîn:
ligel wê
Em pir caran dibihîzin ku tendurustî şerta yekem e da ku mirov bikaribe jiyana xwe ya rojanê bi çalakî û bextewarî derbas bike. Ez bi wê yekê re me. Ji bo ku mirov tenurist bimîne, xwarina sererast û tevgera laşî ya birêkûpêk roleke girîng dilîze. Lêbelê, mirov pir caran qedrê tendurustiyê tenê di dema nexweşiyan de dizane. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku mirov ji temenekî biçûk de gavan ji bo parastina laşê xwe bavêje û guh bide jiyaneke bi mayînde, daku rê li ber nexweşiyan bigire û ji bo demeke dirêj tendurist bimîne.
Tez 5
Mijar:
Dibistan
Tez:
"Destpêkirina dersê di demjimêr 9'an de li şûna 8'an, dê xwendekaran jêhatîtir bike."
Nerîn:
ligel wê
Li hinek dibistanan projeyên model hene ku tê de ders li şûna demjimêr 8'an di 9'an de dest pê dike. Tê texmînkirin ku bi vê yekê xwendekar jêhatîtir dibin. Ez bawer dikim ku destpêkirina dersê di demjimêr 9'an de li şûna demjimêr 8'an, xwendekaran bi rastî jî jêhatîtir dike. Xwendekar dê serê sibê bêtir dema wan hebe ji bo têr xew bikin, ev yek ewê bihêle baldariya wan xurttir be. Bi taybetî ciwan hewceyî xeweke zêdetir in da ku tendurist û jêhatî bimînin. Ji bilî wê, destpêkirina dereng dê stresa serê sibê kêm bike, ji ber ku xwendekar û dêûbavên wan êdî di tengasiya demê de namînin.
