Lîsteya Erkdêneran
Tamamlama Gereklilikleri
1. Lîsteya Erkdêneran
Têbînî
Berhevkirina Erkdêneran û ravekirinên zelal ji bo xwendekaran
Danasîna "Erkdêneran":
Erkdêner lêkerin ku bersivên pêwîst di ezmûnan de bi awayekî diyar nîşan didin. Erkdêner daxwaz dikin ku erkekî zimanî diyarkirî pêk were û herwiha ku nivîs li gorî pêdiviyên erkê bi awayekî sererast bigunce.
| Erkdêner | Danasîna fermî | Danasîneke kêrhatî ji bo Xwendekaran | Mînak |
|---|---|---|---|
| binavkirin, destnîşankirin | Agahiyan yan aliyan li ser mijarekê rêz bike, kom bike dubare bike | Tişt, bûyer, kes û hwd. yên ku tên pirskirin rêz bike. | Sê cûreyên mêweyan bi nav bike. Ez van cûreyên mêweyan nas dikim: sêv, hirmî û mûz. |
| ravekirin | Rewşan bi gotinên xwe bi awayekî rêkûpêk pêşkêş bike | Heta bikarî bi gotinên xwe yên taybet agahiyan li ser tiştekî yan kesekî, hwd bide. | Sêvê rave bike. Sêv sor û girover e û bi darê ve mezin dibe. Tama wê şêrîn û bi av e. |
| formulekirin, pêşkêşkirin, nivîsandin | Rewşekê, têkiliyekê an pirsekê bi rengekî rêkûpêk saz bike | Agahdariyên tên xwestin bi awayekî binivîse ku xwendevan bikare hizrên te bişopîne. | Pêşkêş bike, çawa sêvek digihîje. Pêşî, kulîlkên darê ji aliyê kêzikan ve tên pîtandin. Piştre kulîlk diguherin. Ji wan kulîlkan sêvên piçûk çêdibin. Di havînê yan payizê de, sêv bi tevahî mezin dibin. Sêv êdî gihîştî ne û ji bo çinînê amade ne. |
| şirovekirin, berfireh şîrovekirin | Rewşan bi awayekî zelal, têgihiştbar û têkiliyên di navbera wan de destnîşan bike (û wan bi agahiyên zêde û mînakan zelal bike) | Tiştekî bi alîkariya agahiyên zêde an jî mînakan, rohn bike. | Şirove bike ka gelo sêv di nava kîjan cureyê mêweyan de cîh digire. Sêv mêweyeke bi navik e, ji ber ku di hindurê wê de cihê navikan heye. Cihê navikê ji pênc beşan pêk tê. Her yek ji wan dikare di nava xwe de heta du navikan ango tovan hilgire. Hirmî jî mêweyeke bi navik e, lê mûz ne ji vî cureyê meweyan e. |
| danberhev | Pirsan an jî rewşan di bin aliyên hatine danîn an jî aliyên bixwe hatine hilbijartin de li hember hev an jî têkiliya wan diyar bike, da ku hevparî, wekhevî an cudahî werin destnîşankirin. | Hevparî, wekhevî û cudahiyên çend tiştan, kesan û hwd. zelal bike. | Sêvekê bi gêlazekê re bide ber hev. Herdu cûreyên mêweyan in û ew bi daran ve mezin dibin. Şêweyên wan wekhev in. Sêv ji gêlazê pir mezintir e. |
| bi sedem diyarkirin | Piştgîriya rewşekê, pirsekê, tezekê bi rêya argûmêntên têgihiştbar bike û bi awayekî pisporane (bi mînak) piştrast bike | Rewşekê, biryarekê, nerînekê, hwd. bi rastiyan û/an jî bi mînakan îspat bike. | Bi sedem diyar bike ka çima sêv tendurist in. Sêv tendurist in ji ber ku gelek vîtamîn û kêm kalorîn tê de hene. |
| bi awayekî (rexneyî) helwest nîşandan | Nerîna xwe ya taybet li ser mijarekê, pirsekê an jî tezekê formule bike û piştgîriyê bi rêya argûmêntên têgihiştbar lê bike û bi awayekî pisporane (bi mînak) piştrast bike | Li ser mijarekê nerîna xwe ya taybet binivîse û sedeman diyar bike, eger pêwîst be, mînakan jî bîne. | Helwestekê li ser vê pirsê nîşan bide ka gelo divê dermanên kêzikan di çandiniya mêweyan de bên bikaranîn an na. Bi nerîna min, divê di çandiniya mêweyan de bikaranîna dermanên kêzikan bi çavekî rexneyî were nirxandin û kêm bên bikaranîn. Ji bo vê yekê gelek sedemên cûr bi cûr hene, bi taybetî bandorên neyînî yên li ser jîngeh û tenduristiya mirovan. Dermanên kêzikan dikarin derbasî pergala ekolojîkê bibin û encamên nebaş hebin. Bikaranîna dermanên kêzikan, pirrengiya biyolojîk dixe metirsiyê; ev yek bi awayê domdirêj dikare bibe sedema pirsgirêkên ekolojîk. Ji bilî vê yekê … . |
| xwe bi … ve mijûlkirin |
Da ku bigihîjî encameke bi sedem û têgihiştbar, li ser pirsekê an jî tezekê argûmêntan binivîse. |
Binivîse, ka li ser vê pirsê çi di serê te re derbas dibe û ji hizra xwe nerîna xwe ya taybet ava bike. |
Xwe bi bikaranîna dermanên kêzikan di çandiniya mêweyan de, ve mijûl bike. Biryara kêmbikaranîna dermanên kêzikan di çandiniya mêweyan de girêdayî gelek fikir û ramanan e. Dermanên kêzikan berheman ji kêzikên ziyanbexş diparêzin û dihêle berheman bêhtir bin, lê ew dikarin ku jîngehê û tenduristiyê bixin metirsiyê. Her wiha dubare bikaranîna wan dibe sedem xurtbûna kêzikan. Ji ber vê yekê, girîng e ku rêbazên alternatîf, wek dijberên xwezayî, bên bikaranîn, da ku çandiniyeke domdar her misoger be. |
| danûstendinkirin, bi hûrgulî danûstendinkirin | Bi awayekî argûmêntî xwe bi helwestên cûr bi cûr ve mijûl bike û heke pêwîst be, bigihîje encameke ku bi sedeman hatiye piştgirîkirin | Li ser mijarekê argûmêntên erênî û neyînî kom bike, da ku ji wan bigihîjî biryarekê. | Danûstendinê bike, heta çi radeyê bikaranîna dermanên kêzikan ji bo mêweyan baş e. Di çandina mêweyan de mijara bikaranîna dermanên kêzikan mijareke ku hê danûstendin li ser e. Ji aliyekî ve bikaranîna dermanên kêzikan berheman ji kêzikên ziyanbexş diparêze û berheman zêde dike. Ev yek ji bo berdestbûna berheman pir girîng e. Ji aliyekî din ve dermanên kêzikan metirsîyên gelek mezin in bi xwe re tîne. Ew dikarin di demeke domdirêja de bibin sedema têkçûna jîngehê û tenduristiya mirovan. Nebaşiyeke din jî ew e ku berxwedana kêzikên ziyanbexş li beramber dermanan zêde xurt dibe, ev yek jî bibe sedem ku zêdetir derman bên bikaranîn. Di encam de em dikarin bibêjin ku metirsiyên bikaranîna dermanên kêzikan, ji mifayên wan bêhtir in. |
| nirxandin, helsengandin | Li ser rewşan an jî pirsan nirxandineke serbixwe formule bike û wê bi sedemên guncav piştgirî bike | Rewşekê an jî dîtinekê şirove bike û li gorî dîtina xwe binivîse, ka gelo çima ew baş e an xirab e. | Vê gotinê binirxîne: "Dermanên kêzikan baştirîn rêbaz in ji bo jinavbirina kêzikên ziyanbexş" Ez ne bi vê gotinê re me. Bi dîtina min, di çandiniya mêweyan de, bikaranîna rêbazên biyolojîk ji bo kontrolkirina kêzikên ziyanbexş ji bikaranîna dermanên kêzikên ziyanbexş çêtir e. Rêbazên wekî piştevanîkirina dijberên bîyolojîk li dijî kêzikên ziyanbexş; her çend dikarin berheman kêm bike û bihayên wan bilindtir bike jî, lê ew hevalên jîngehê ne û zirarên wan ji bo tenduristiya mirovan û xwezayê kêmtir in. Lê ji hertiştî girîngtir ew e ku cûrbicûriya biyolojîk were parastin û ji bo demeke dirêj çandineke domdar were dabîn kirin. |
Link
Nerînek li ser Erkdêneran (PDF, 121 KB)